22/10/2023
Helbestvanê gewre Cegerxwîn (1903-22/10/1984)
Cegerxwîn navê wî Şêxmûsê kurê Hesenê Mihemedê Mehmûdê kurê Elî ye. Cegerxwîn di sala 1903yan de, li gundê HESARÊ jidayik bûye. Ji (11) xuşk û biran, tenê sisê mane: Şêxmûs, Xelîl, Asya.
Di sala 1918an de, bavê wî Hesen li bajarê Amûdê mir.
Di sala 1919an de, li gundê Bêdir-Memo, diya wî Eyşan a heftê salî jî serê xwe danî û mir. Ji bo debara jiyanê, wî hê di salên zaroktiyê de dest bi kar kiriye. Pêlakê li cem xuşk û birayê xwe maye.
Jiyan û xebata li Binxetê (Roavayê Kurdistanê)
Di sala 1920an de, çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Roava, Başûr û Rohilatê Kurdistanê jî, li xwendinê geriyaye û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kiriye.
Di 1924an de, Cegerxwîn dibe welatparêz.
Di sala 1927an de, keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibe.
Di sala 1928an de, xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda jorî û di wê salê de dîwana xwe ya yekemîn nivîsiye.
Di sala 1936an de, Cegerxwîn, bi çend malên gundiyan ve, du gund avakirin (Çêlek û Cehenem).
Di sala 1937-1938an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê (CiwanKurd) ji xortên Kurd re vekirin û komela wan gelek berepêş çû, lê bi destwerdana hin mirovên nezan û dijminê miletê Kurd Firansizan ew komele girt.
Di sala 1946an de, Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamişlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê. Di heman salê de, Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekreterê wê bû.
Di sala 1948an de, Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûryayê.
Di sala 1949an de, cara yekemîn bû ko Cegerxwîn hatiye girtin.
Di sala 1950an de, Cegerxwîn d**eve Civata Aştîxwazên Sûryayê û di hundirê wê de kar d**e.
Di sala 1954an de, Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû berbijêrê perlemana Sûriyayê.
Di sala 1957an de, Cegerxwîn ji komonîstan dûr d**eve.
Di sala 1958an de, Cegerxwîn, mele Şêxmûsê Qerqatî (Hec Girzîn) û mele Şêxmûsê Şêxî rêxistina AZADÎ saz dikin. Piştî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe nehêlan dikin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.
Di sala 1959an de, Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li Zanîngeha Bexdayê beşê Kurdî, dibe mamosteyê zimanê Kurdî-kurmancî.
Di sala 1962yan de, hukûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide; lewma jî, ew û zarokên xwe vedigerin Sûryayê. Cegerxwîn tê girtin û piştî pêlakê tê berdan.
Di sala 1963yan de, dîsa Cegerxwîn tê girtin û d**eve Zindana Mezê li bajarê Şamê, lê piştî pêlakê tê berdan, lê wî nefî (Surgun) dikin û dişînin bajarê Siweyda nav Durziyan; piştî demeke ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamişloyê.
Di sala 1967an de, Cegerxwîn bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê.
Di sala 1969an de, Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê, nav şorişa Kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne.
Di 1969-1970yî de, ew cardin diçe Başûrê Kurdistanê û nêzîkî salekê di şoreşê de dimîne, û paşê vedigere Sûryayê.
Di navbera 1973 û 1975an de, ew ji ber stemkariya hikûmeta Sûriyê diçe Libnanê û li wir dimîne. Li Libnanê dîwanên xwe, ya sisiyê “Kî me ez?” û ya “Salar û Mîdya” çap d**e.
Di sala 1976an de, Cegerxwîn vedigere Sûriyeyê û heta sala 1979an li wir dimîne.
Li Swêdê
Di sala 1979an de, Cegerxwîn ji Sûryayê diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas d**e.
Di 22-10-1984an de, li bajarê Stockholmê, Cegerxwîn serê xwe danî, mir. Cegerxwîn di hewşa xaniyê xwe de, li bajarê Qamişloyê hatiye veşartin. Zarokên wî yên ko li dû xwe hiştine du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Boniye, Selam.
Berhemên Cegerxwîn ên çapkirî û yên destnivîs ev in:
-Dîwana yekem Pirîsk û Pêtî, Şam 1945
-Çîroka Cîm û Gulperî, Şam 1947
- Dîwana -2- Sewra azadî, Şam 1954
-Çîroka Reşoyê Darî, Şam 1956
-Gotinê pêşiya, (pend), Şam 1958
-Awa û destûra zimanê Kurdî, Bexda 1961
-Ferhenga Kurdî,1 Bexda 1962
-Ferhenga Kurdî,2 Bexda 1962
-Kîme ez, dîwana 3 Bêrût 1973
-Çîroka Salar û Mîdiya, Bêrût 1973
- Ronak, Dîwana 4 Stockholm 1980, weşanên Roja Nû,
-Zend-Avista, dîwana 5 Stockholm 1981, weşanên Roja Nû.
-Şefeq, dîwana 6 Stockholm 1982, weşanên Roja Nû.
-Hêvî, dîwana 7 Stockholm 1983, weşanên Roja Nû.
-Tarîxa Kurdistan, cild 1, Stockholm 1985.
-Aşitî, dîwana 8 Stockholm1985, weşanxana Kurdistan,
-Tarîxa Kurdistan, cild 2, 1987 Stokholm
- Folklora Kurdî, 1988 Stokholm
- Jînenîgariya min, 1995 Stokholm
-Şerefnameya Menzûm, Libnan 1997.
-Dîwana 9an
-Tarîxa Kurdistan, cildên 3-4
-Awa û destûra zimanê Kurdî (nû kiriye)
-Ferhenga kurmancî, cildên 1-2 (nû kiriye)
-Folklora Kurdî, cildên 1-3
-Çîroka jîndariya min, cildên 1-3
-Hozan û navdarên Kurdistanê
-Şerha dîwana Cizîrî
-Şerha dîbaca Xanî
-Hespên ristvanên Kurdistanê
-Gotinên pêşiyan,cildên 1-2 (nû kiriye)
-Hesenê Mûsê, (Çîrok)
-kuştina xortekî Îranî li Bêrlînê (wergerandin)
-Kurd, Mînoriskî, (wergerandin)
-Dewleta Mehabad, (wergerandin)
-Tarîxa Mala Şedad, (wergerandin)
- Tarîxa Kurdan li Yemenê, (wergerandin)
-Kurd û Kurdistan, Nîkîtîn (wergerandin)
- Çîroka Şofêrê kemyona sor
-Çîroka Xecê û Siyamend
- Tarîxa Şoreşa Kurdistana Îraqê (hatiye hinda kirin)
-Rapora mifetişê umûmî li Turkiyê.
Ji rûpela Dilawerê zengî