Radyo Dengê Kurdî

Radyo Dengê Kurdî "Radyo Dengê Kurdî – Ziman, çand, huner û mûzîka me, li ser înternetê bi dengê xwe pêşkêş dike!" Ziman, Çand, Huner û Mûzîka Kurdî

20/03/2026
Komkujiya Helepçeyê : 16'ê Adarê 1988 Bajarê helepçê li başûrê kurdistanê li deşta Silêmaniyê ye.  Bajarekî  kevnare û d...
15/03/2026

Komkujiya Helepçeyê : 16'ê Adarê 1988

Bajarê helepçê li başûrê kurdistanê li deşta Silêmaniyê ye.  Bajarekî  kevnare û dîrokî ye.
Lê helepçe navê xwe bi komkujiya ku ji aliyê dewleta iraqê ve hate kirin, di rûpelên dîrokê de nivisand.
Dewleta îraqê  bi serokatiya Seddsam Hüseyin,  li dij Kurdan bi navê Enfalê operasyonekê kuştinê  di navbera salên 1986 û 1989 an de dide despêkirin. D vê operasyonê de   bi temamî 150 hezar kurd tên kuştin. Hin ji wan bi  bombeyên kimyevî hatin qetilkirin. Di 16'ê Adara 1988'an de balafirên şer yên artêşa Îraqê bombeyên kîmyawî barandin ser bajarê Helebçe.
Di nava çend saetan de li Helebçe û derdora wê, bi hezaran jin, Zaro, kal û pîr mirin û bi deh hezaran kurd jî seqet man. Tevkujiya  helepçe, di diroka kurdistanê de yek ji wan komkujiyên herî mezin e ku bi serê kurdan de hatiye.

https://www.radyodengekurdi.com/     Radyo Dengê Kurdi Tekrar yayında
15/02/2026

https://www.radyodengekurdi.com/ Radyo Dengê Kurdi Tekrar yayında

Radyo Dengê Kurdî, dengbêjên Kurdî, kilamên kevneşopî û stranên folklorî bi weşana zindî pêşkêş d**e.

YÛNIS DILDAR (1918-1948) Dildar, yek ji helbestvanê navdar ê kurdistanê ye . Navê wî yê rastîn Yunis Raûf e, wek gelek n...
15/02/2026

YÛNIS DILDAR

(1918-1948)

Dildar, yek ji helbestvanê navdar ê kurdistanê ye . Navê wî yê rastîn Yunis Raûf e, wek gelek nivîskarên kurd wî jî, ji xwe re nasnavek li xwe kirî ye .Dildar; Bi salan bi vî navê hatiye naskirin. Dildar, di sala 1918'an de li bajarê Koyeyê ya Başûrê kurdistanê hatiye dinê.

Dibistana pêşîn li Raniyeyê , dibistana navîn jî bajarê Hewlêrê di sala 1935'an de qedandiye. Piştî xwendina navîn ew diçe bajarê Bexdayê û Zanîngeha Dadîmendiyê diqedîne , çend salan wekî parêzer kar d**e. Li şûna parêzeriyê , ew wek warê xebatê ji xwe re helbestkariyê hildibijêre.

Di helbestkariya Dildar de tema herî balkêş , bêguman tema welatparêzî û janên mirovatiyê ne . Kurdistanê bûye kakilê tema afirandinên wî , bi taybetî helbestên wî yên bi navê " Ey Reqîb" û " Kurdistan " ji helbestiyê derketine , li ser zar û zimanê gel wek klam , stran jîndar mane .

Helbesta wî ya " Ey Reqîb "  di sala 1946'an de dema Komara Mehabadê tê saz kirin , dibe marşa vê dewletê û heta niha jî wek marşa kurdan a neteweyî tê bang kirin

Yûnis Dildar , di sala 1948'an de diçe ser dilovaniya xw

02/02/2026

Keça Kurd, gotin nehişt em bêjin. Heta dawî tamaşe bikin.

22/01/2026

Porê delalên me sorin, reşin guliyên kêçên me gelekin.

Address

Saarstraße 12/14
Istanbul
47058

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Radyo Dengê Kurdî posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Contact The Business

Send a message to Radyo Dengê Kurdî:

Shortcuts

Share