Medya Kitabevi

Medya Kitabevi PIRTÛKXANEYA MEDYA di sala 1996an de ji aliyê Selahattin Bulut hatiye avakirin û 25 sal e li ser pêyan e.

Pirtûk û kovarên li ser dîrok, ziman, erdnîgarî, dîroka siyasî, wêje û muzîka Kurdan, rabirdûya wan a etnografîk

Hefta çûyî Ahmet Çakmak li Medya Kitabevi bû..AHMET ÇAKMAKFoto: Rêbîn Ozmen
14/09/2026

Hefta çûyî Ahmet Çakmak li Medya Kitabevi bû..
AHMET ÇAKMAK
Foto: Rêbîn Ozmen

FÛAD ONEN Û ''BILBILÊ DIL ŞADÎ...''Fûad Onen hat, û me nedît bîst û pênc roj çawa derbas bû waye dîsa çû.. Îro ji me re ...
10/09/2026

FÛAD ONEN Û ''BILBILÊ DIL ŞADÎ...''
Fûad Onen hat, û me nedît bîst û pênc roj çawa derbas bû waye dîsa çû.. Îro ji me re got ku ew ji helbest û strana ''Ey bilbilê dil şadî...'' gelekî hez d**e. Bila oxra xêrê be, bi hêviya ku em ê hê gelek car hevdu bibînin.. ''BARÊ ME GIRANE Û RÊKA ME DÛR E...''
FEWZÎ BÎLGE- FÛAD ONEN- SELAHATTİN BULUT
Foto: Rêbîn Ozmen

HEMED GERGERÎ / MEDYA KİTABEVİHemed Gergerî piştî sî salên di hepsan de îro li Medya Kitabevi bû. Me xwest em kêfxweşiya...
08/09/2026

HEMED GERGERÎ / MEDYA KİTABEVİ
Hemed Gergerî piştî sî salên di hepsan de îro li Medya Kitabevi bû. Me xwest em kêfxweşiya xwe bi çend dîmenan bi we re parve bikin.
Ji Rojnameya Yeni Yaşamê: AZİZ ORUÇ
Avakarê Medya Kitabevi: SELAHATTİN BULUT
Xwedî û Edîtorê Kovara Golik: HEMED GERGERÎ
BİRAYÊ Hemed Gergerî: AV. FERAT BOĞATEKİN
Ji PENê Helbestvan: ŞENEL GÖKÇE
Rêvebirê Medya Kitabevi: RÊBÎN OZMEN
Foto: Rêbîn Ozmen

MEHDÎ ZANABila serê miletê me sax be
29/08/2026

MEHDÎ ZANA
Bila serê miletê me sax be

Îro Abdullah Öngüllü Şêrwî mêvanê me bûABDULLAH ÖNGÜLLÜ ŞÊRWÎ- SELAHATTİN BULUTFoto: Rêbîn Ozmen
28/08/2026

Îro Abdullah Öngüllü Şêrwî mêvanê me bû
ABDULLAH ÖNGÜLLÜ ŞÊRWÎ- SELAHATTİN BULUT
Foto: Rêbîn Ozmen

Hefta çûyî parlamenterê Mêrdînê yê berê Erol Dora mêvanê me bûEROL DORAFoto: Rêbîn Ozmen
24/08/2026

Hefta çûyî parlamenterê Mêrdînê yê berê Erol Dora mêvanê me bû
EROL DORA
Foto: Rêbîn Ozmen

JINEK DUCANÎ JI BO BEBEKA XWE YA HÊ NEHATIYE DİNYÊ PIRTÛKÊN ZAROKAN ÊN KURDÎ KIRÎNVê heftê Emînê Botî, kurê xwe û eqrebe...
20/08/2026

JINEK DUCANÎ JI BO BEBEKA XWE YA HÊ NEHATIYE DİNYÊ PIRTÛKÊN ZAROKAN ÊN KURDÎ KIRÎN
Vê heftê Emînê Botî, kurê xwe û eqrebeyên xwe mêvanê me bûn. Gava xanima eqrebeyê mamoste Emîn, ji bo bebeka xwe ya hê nehatiye dinyê pirtûkên zarokan ên bi kurdî kirîn, ez gelekî hestiyar bûm. Û ewqasî jî bi hêvî û bextiyar bûm.
EMÎNÊ BOTÎ, KURÊ XWE Û EQREBEYÊN XWE
Foto: Rêbîn Ozmen

PÊNC XORTÊN MÊRDÎNÎDo, bi gotina Fûad Onen em ‘pênc xortên Mêrdînî’ mêvanê Medya Kitabevi bûn. Di wê navê de du xebatkar...
18/08/2026

PÊNC XORTÊN MÊRDÎNÎ
Do, bi gotina Fûad Onen em ‘pênc xortên Mêrdînî’ mêvanê Medya Kitabevi bûn. Di wê navê de du xebatkarên Pirtûkxaneya Kongreya Amerîkayê jî, ji bo di der heqê kurdan de hin kitêbên kurdî bikirin hatibûn. Me bi hevdu re sohbet kir û çend risim girtin.
Xortên Mêrdînî:
RÊBÎN OZMEN- FÛAD ONEN- ÎRFAN AMÎDA- SELAHATTİN BULUT- FEWZÎ BÎLGE
Xebatkarên Pirtûkxaneya Kongreya Amerîkayê:
RUSTİN ZAHED- MOSTAFA EL SAYED
Foto: Rêbîn Ozmen

NECAT AKIN, PELDA Û MEDYA KİTABEVİÎro hevalê min Necat Akın û keça wî Pelda mêvanê me bûn. Temenê Pelda û Medya Kitabevi...
15/08/2026

NECAT AKIN, PELDA Û MEDYA KİTABEVİ
Îro hevalê min Necat Akın û keça wî Pelda mêvanê me bûn. Temenê Pelda û Medya Kitabevi yek e. Di sala 1996an de wextê min Medya Kitabevi ava kir Pelda hat dinyê. Wê çaxê ew çend rokî bû û hê kesî nav lênekiribû. Necat li navekî digeriya, wextê min got ''Pelda...'' pir eciband. Û navê Pelda weha lê bû.
SELAHATTİN BULUT- PELDA AKIN- NECAT AKIN
Foto: Rêbîn Ozmen

NÊRGIZ KAVAK:‘‘ÇI XWEŞ E KU CIHEK HEYE DIKARÎ HERTIM BERÊ XWE BIDÊ.’’Nêrgiz Kavak beşa derûnnasî (pskîkolojî)yê li Stenb...
14/08/2026

NÊRGIZ KAVAK:
‘‘ÇI XWEŞ E KU CIHEK HEYE DIKARÎ HERTIM BERÊ XWE BIDÊ.’’

Nêrgiz Kavak beşa derûnnasî (pskîkolojî)yê li Stenbolê li Zanîngeha Gelişimê bi sedî sed bûrsê û bi îngilîzî qedand.

Pîştî ku lîsansa xwe qedand dixwaze li Ewropayê lîsansa bilind bixwîne û vegere li kurdistanê psîkoterapî bike.

Do, Nêrgiz Kavak di nivîseke xwe de li ser Medya Kitabevi weha gotiye:

Ez bi saya înstagramê wextê ku min lîseyê li merdînê dixwend bi Pirtûkxaneya Medyayê hesîyabûm. Pîştî wê bi çend salan cara ewilî sala 2022an min bi komek hevalên xwe hatim. Tê bîra min wê rojê Xeyriye abla li ber qasê bû û mamoste Selahaddîn jî ji deriyê kêlaka ku em d**evin hundir derd**et. Ew roj cara ewilî bû ku ez hatin medyayê lê ne cara dawî bû. Heta îro min rêya xwe ji ser medyayê qut nekiriye.

Bi rastî sebra min pir dihat wextê em bi hevalan kom dibûn û dihatib Medyayê. Hingî ku sebra min lê hat hevalê min desbi kar kir li wê derê. Îjarê em bêtir dihatin û diçûn, tevlî sohbeta dibûn. Medya mala me ya Beyogluyê bû.

Pîştî ku hevalê min mala xwe barkir û çû jî em dihatin. Erê, êdî em ne komek bûn. Lê biqasî ku em hebûn dihatin.

Di van çar salên carna kin carna dirêj de vê tîrmehê de min lîsansa xwe bidawî kir. Êdî mezûn bûm yanî.

Bî malî û hevalan re seremoniya min derbas bû. Lê dilê min dixwest ku biçim mala kurdan/mala xwe ya beyogluyê jî bi kep cûppeyan zîyaret bikim.

Çi xweş e ku cihek heye ku dikarî her tim berê xwe bidê.

Spas Mamoste Selahdîn
Spas Pirtûkxaneya Medyayê

Ez dixwazim ku ev mezuniyet wek despêka xwendin û xwezanîn ê be. Bera li pey xwe çîrokek xweşdawî bîne û psîkoterapîstek ku bi kurdî terapiyê d**e bîne.
Nergis Kavak
13 Tebax 2026
Foto: Rêbîn Ozmen

Address

İstiklal Caddesi Bekar Sokak No:7 Giriş Kat, Beyoğlu/Istanbul
Taksim
34435

Opening Hours

Monday 11:00 - 20:00
Tuesday 11:00 - 20:00
Wednesday 11:00 - 20:00
Thursday 11:00 - 20:00
Friday 11:00 - 20:00
Saturday 11:00 - 20:00

Telephone

+905336110896

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Medya Kitabevi posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Contact The Business

Send a message to Medya Kitabevi:

Shortcuts

Share

Category